Ji Rûsyaye daxuyaniya Îdlibê: Êrîşa hewayî pêk nehatiye

img

EQNERE - Rûsyayê, tekildarî mirina 4 leşkeran a li Îdlibê daxuyanî da û diyar kir ku Artêşa Tirk ji bo operasyona Îdlibê wan hişyar nekiriye û ji ber vê yekê di bin êrîşên hêzên Hikûmeta Sûriyeyê de mane. 

 
Duh di saetên şevê de Rejîmê êrîşên leşkerên Tirkiyeyê yên li Îdlibê kir. Di êrîşan de 4 leşkeran jiyana xwe ji dest da û 9 leşker jî birîndar bûn. Rûsyayê, têkildarî vê êrîşê daxuyaniyek da û diyar kir ku Artêşa Tirk ji bo operasyona Îdlibê wan hişyar nekiriye û ji ber vê yekê di bin êrîşên hêzên Hikûmeta Sûriyeyê de mane. 
 
Rûsyayê her wiha daxuyaniya Erdogan a ku ragihand ku bi f-16'yan bersiv hatiye dayîn jî derewand û ragihand ku Tirkiyeyê li dijî hêzên Hikûmeta Sûriyeyê êrîşên hewayî pêk naniye û êrîşek li dijî leşkerên Sûriyeyê pek nehatiye.