Filistînê Peymanên Osloyê xera kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Ereban, îro li ser daxwaza Filistînê li paytexta Misrê Qahîreyê bi awayekî awarte li hev dicive û plana aştiyê ya Trûmp di asta wezîran de dê binirxîne. 
 
Eniya Filistînê, bertek nîşanî "Plana Sed Salê" ya Serokê Amerîkayê Donald Trûmp ku çareserkirina pirsgirêka Filistîn û Îsraîlê armanc dike, da û Peymanên Osloyê yên ku bi Îsraîlê re îmze kiribûn xera kir. Endamê Komîteya Navendî yê Tevgera Fetîhê û Wezîrê Karên Sivîl ê Filistînê Hûseyîn Eş Şêx, têkildarî mijarê diyar kir ku Peymanên Osloyê yên ku ya destpêkê di sala 1993'an de îmze kiribûn, xera kiriye. 
 
ÎŞARET BI TÊKOŞÎNA ÇEKDARÎ KIR
 
Sekreterê Giştî yê Konseya Şoreşê ya Tevgera Fetîhê Macîd El Fîtyanî, diyar kir ku heke rêveberiya Filistînê peymanê xera neke, divê ku gelê Filistînê qedera xwe diyar bike. Fîtyanî, diyar kir ku ev daxuyaniya wî tê wateya ji nû ve aktîfkirina Tûgaya Şehîdên El Aksayê ya milê çekdarî yê El Fetîhê. Ev jî tê şîrovekirin ku El Fetîh difikire li dijî Îsraîlê dest bi têkoşîna çekdarî bike.
 
YEKITIYA EREBAN LI HEV DICIVE
 
Yekitiya Ereban, îro li ser daxwaza Filistînê, li paytexta Misrê Qahîreyê bi awayekî awarte li hev dicive. Roja ku Trûmp planê aşkera kiribû, sefîrên welatên mîna Bayreyn, Ûmman, Yekitiya Manişînin Ereban ku endamên Yekitiya Ereban e, li Qesra Spî cih girtibûn û piştgiriya planê kiribûn. Tê zanîn ku Erebistana Siûdî jî di demên dawîn de têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re xweş kiriye. Li gel ku welatên bi hêz ên Yekitiya Ereban piştgiriya planê kiribûn jî piştî ragihandinê planê şermezar kiribûn. 
 
'TESFIYEKIRINA FILISTÎNÊ ARMANC DIKE'
 
Li aliyê din, Miftiyê Filistîn û Qudsê Şêx Mûhammed Huseyîn, di qutbeya înê ya li Mescîdî Aksayê de bertek nîşanî plana Trûmp da dabû û daxwaz kiribû ku welatên îslamê li Filistînê xwedî derkevin. Şêx huseyîn gotibû ku plana Trûmp tesfiyekirina Filistînê armanc dike.