Ji Vîrûsa Corona 259 kes mirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Vîrûsa Corona ya li Çînê derket holê, her ku diçe belav dibe. Heta niha 259 mirov bi vê vîrûsê jiyana xwe ji dest dan. 

Rêxistina Tenduristiya Cîhanê, diyar kir ku piştî vîrusa Corona li Çînê derket holê, heta niha 259 kesan jiyana xwe ji dest dane. Rêxistina Tenduristiyê destnîşan kir ku herî dawî 45 kesên jiyana xwe ji dest dane. Rêxistinê da zanîn ku li Çînê heta niha li ser 10 hezar kesan ev vîrûs hatiye dîtin û li cîhanê jî bûyerên nexweşiya Vîrûsê 11 hesar kes derbas kiriye. Rêxistinê da zanîn ku heta niha li 27 welatan ev vîrûs hatiye dîtin.