Tirkiye di Cenevreyê de bi tenê ma

  • cîhan
  • 14:53 28 Çile 2020
  • |
img
CENEVRE - UPR ya rewşa mafên mirovan a li Tirkiye digire dest li Cenevreyê dest pê kir. Di civînê de Tirkiye bi zimanekî tund hat rexnekirin. Ji 133 welatan piraniya wan xwest Tirkiye hurmetê ji azadiya mafê raman û îfadeyê re bigire. 
 
Koma Xebatê ya Lêkolîna Periyodîk a Gerdûnî (UPR) ya Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbîyî (NY), li avahiya NY'ê ya Cenevreyê dest pê kir. Raporên ku heyet û organên cuda yên NY'ê der barê Tirkiyeyê de amade kiribûn û pêşniyarên hatibûn kirin hatin xwendin. Di raporê de hat diyar kirin ku li Tirkiyeyê di salên 2015 û 2016'an de li Cizîrê 189 jin, zarok û mêr ên ji bo xwe ji bombeyan biparêzin ketin jêrzemînan û bi bombeyan hatin kuştin. Ji bo xwe bi parêzin bi hefteyan bê av û xwarin man û piştre hatin şewitandin. Lê heta niha tu kesên berpirsiyarê vê yekê nehatine darizandin û nehatine cezakirin. Sivîl bi navê "Endamên PKK'ê" hatin kuştin. Di sala 2016'an de 18  sivîlên xwestin derkevin dervê sînor ji aliyê eskeran ve hatin kuştin. Dema Konseya Mafên Mirovan xwestin biçin li herêmê lêkolîn bikin Tirkiyeyê destûr neda ku lêkolîn bikin. Komiseriyê ji dûrve herêm lêkolîn kir û rapor amade kir. Konseyê di aliyê mafên mirovan de Tirkiye bi zimanekî hişk rexne kir.
 
Bûyerên îşkenceyê li Tirkiye bi taybetî di sala 2016'an de zêde bûn. Zextên li ser personelên darazê, akademisyen, rojnameger û siyasedmedarên muxalif zêde bû. 177 saziyên çapemeniyê hatin girtin. Nêzî 10 hezar xebatkarên çapemeniyê ji kar hatin avêtin. Rojnameger di çarçoveya “têkoşîna bi terorê re" hatin darizandin. Bi vê yekê xwestin hêzên muxalif bêdeng bikin. Dîsa bi tayînkirina qeyûman mafê bijartin û hilbijartinê binpêkirin. 
 
CUDAKARÎ HEYE 
 
Di raporê de xwest êdî Tirkiye cudakariyê neke û cudakarî û tundiya li ser jinan dimeşîne êdî bi dawî bike. Di raporê de dîsa xwest rê li pêş zewaca zarokan û pirzewaciyê bê girtin û ji bo vê yekê tedbîrên mezin jî bên stendin. 
 
 
Di raporê de xwest mafê tenduristiyê û penaberan jî bê parastin û bi taybetî mafê penaberan ên Sûriyeyê bên parastin. Xwestin ku zordariya fihûqê ya li jinan dikin bi dawî bikin û zarokan di kar de nedin xebatandin. 
 
Her çend Tirkiye parastina xwe kir jî di civînê de Tirkiye bi zimanekî tund hat rexnekirin. Ji 133 welatan piraniya wan xwest Tirkiye hurmetê ji azadiya mafê raman û îfadeyê re bigire.