Neteweyên Yekbûyî ji bo Xarpêtê peyama alîkariyê da

  • cîhan
  • 12:30 26 Çile 2020
  • |
img
CENEVRE - Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê erdheja Xarpêtê de daxuyanî da û got: “Em amede ne ku bi her awayî ji Tirkiyeyê re bibin alîkar.” 
 
Berdevkê Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dûjarrîc, derbarê erdheja Xarpêtê de daxuyanî da. Dûjarrîc, di daxuyaniya da de, sersaxî ji malbatên xizmên xwe di erdhejê de winda kirin re xwest û got: “Em amadene ku bi her awayî ji Tirkiyeyê re bibin alîkar û em dinava piştevaniyê dene. Em ji birîndaran re jî şîfaya xêre dixwazin.”