Amerîka daxwaza Iraqê red kir: Em venakişin

  • cîhan
  • 13:15 11 Çile 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagûs, daxwaza Bexdayê ya ji bo vekişandina ji baregehên Iraqê red kir. 
 
Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî, ji bo ku bi wan re vekişandina leşkerên Amerîkayê yên li baregehên Iraqê binirxîne, ji Amerîkayê daxwaz kiribû ku şandeyek bişîne Iraqê. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagûs, têkildarî vê daxwaza Iraqê axivî û daxwazê red kir. Otagûs, destnîşan kir ku dê leşkerên xwe yên li Iraqê venekişînin û angaşt kir ku Amerîka ji bo başitiyê li Rojhilata Navîn e. Ortagûs, da zanîn ku heyeta Amerîkayê ne ji bo vekişandina leşkeran ji bo xurtkirina têkiliyên du alî dê biçe Bexdayê.