New York Times: Li Balafira Ukrayna xistin û daxistin xwar

  • cîhan
  • 10:58 10 Çile 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Roja ku Îranê li Irakê baragehên eskerî yên DYA bombe kir, balafira Ukranya ket xwar û 176 kesên têde mirin. Rojnameya New York Times, piştrast kir ku balafira aydî Balafirgeha Ukrayna li hewa bu fuzeyê hatiye xistin. 

Roja ku Îranê li Irakê baragehên eskerî yên DYA bombe kir, balafira Ukranya ket xwar û 176 kesên têde mirin. Rojnameya New York Times, piştrast kir ku balafira aydî Balafirgeha Ukrayna li hewa bu fuzeyê hatiye xistin. Gelek welatên rojava, bi saetan şûnde der barê balafira ku 22 fuze avêtinê û xistin gotin, difikirin ku fuzeyek Îranê bi şaşî bûye sedem. Di dîmen de jî tê dîtin ku dema perçe lê dikeve teqînek çê dibe, lê teyare nakeve xwar. Li gorî tespîta Timesê balafira ku ji Tahranê rabû xwest dîsa vegere Tahranê. Balafira ku li hewa rotaya xwe guhert, piştî demekê ket xwar.