Ji Îranê bersiva 'hevdîtinan bêşer': Angaşta hevkariyê nayê fêmkirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerê Daîmî yê Iranê yê Neteweyên Yekbûyî Mecît Tahtî Revançî, têkildarî banga Amerîkayê ya 'hevdîtinên bêşert' ev tişt got: "Ji ber berdewamkirina neyartiya Amerîkayê ya li dijî gelê Îranê, angaşta hevkariyê nayê fêmkirin û dê gelê Îranê bi van gotinan nexape."
 
Amerîka, piştî kuştina Fermandarê Hêza Qûdsê ya Îranê Qasim Silêmanî û bersivdayîna Îranê ya hedefgitina baregehên xwe, nameyek ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re şandibû û diyar kiribû ku ew amade bêşert bi Îranê re rûnin û hevdîtinan bikin. Nûnerê Daîmî yê Iranê yê Neteweyên Yekbûyî Mecît Tahtî Revançî, bersiva vê bangê da. Revançî, têkildarî mijarê ji ji IRNA'yê re axivî û diyar kir ku ji ber berdewamkirina neyartiya Amerîkayê ya li dijî gelê Îranê, angaşta hevkariyê nayê fêmkirin û dê gelê Îranê bi van gotinan nexape.
 
Li aliyê din Revançî jî ji Sekreterê Giştî yê NY'yê Antonîo Guetteres û Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) re şand. Revançî, di nameyê de destnîşan kir ku êrîşên wan ên li dijî baregehên Amerîkayê yên li Iraqê xweparastin bûye. Her wiha Revançî di nameyê de Qasîm Silêmanî weke leheng pênase kiriye û ji ber vîze nedana Wezîrê Karên Derve yê Îranê rexne li NY'yê kir û ji Gûetteres xwest ku têkildarî mijarê bergiriyan bigire.