Ji Amerîkayê ji bo NY'yê: Em amade ne bêşert bi Îranê re rûnin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Amerîka, ji NY'yê re nameyek şand û diyar kir ku kuştina Qasim Silêmanî xweparastin e û banga muzakereya "bêşert" li Îranê kir.

 
Amerîka, têkildarî kuştina Fermandarê Mihafizên Şoreşa Îrane Qasim Silamanî û geşedanên piştî vê yekê ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re nameyek şand. Amerîka, di nameyê de destnîşan kir ku kuştina Silêmanî xweparastin e û heke pêwîst bike ji bo parastina berjewendiyên xwe dikare gavên pêwîst bavêje û banga muzakereya "bêşert" li Îranê kir.
 
Di nameya ku ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) re hatiye şandin de Sefîra Amerîkayê Kelly Craft, diyar kiriye ku ew amade ne bêşert bi Îranê re rûnin û muzakereyên micid bikin. Craft, destnîşan kir ku bi vê yekê armanc dikin ku bilindbûna gengeşiyê ya rejîma Îranê daxînin û talûkeya ewlehî û aştiya navneteweyî asteng bikin.