Ji Serokwezîrê Iraqê Mehdî daxuyaniya êrîşa Îranê

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Iraqê Adîl Abdulmehdî têkildarî êrîşên moşekî yên li dijî baregehên Amerîkayê yên li Iraqê, diyar kir ku beriya êrîşan ji Îranê bi deng peyam girtiye. 
 
 Serokwezîrê Iraqê Adîl Abdulmehdî têkildarî êrîşên moşekî yên li dijî baregehên Amerîkayê yên li Iraqê daxuyanî da. Abdulmehdî diyar kir ku beriya êrîşan ji Îranê bi deng peyam girtiye û ji Artêşa Iraqê windabûn çênebûne. Abdulmehdî têkildarî mijarê ev tişt got: "Hat gotin ku dê êrîş tenê bi qadên ku leşkerên Amerîka lê hene bi sînor be. Piştî ku moşek li baregeha hewayî û qadên din ketin min ji Amerîkayê bang girt. Çawa ku agahiya min ji êrîşê çêbû pêre Hêzên Iraqê hişyar kir. Ev qeyrana talûke, herêma me û Cîhanê tehdît dike. Niha tiştên diqewimin ji nêz ve dişopînim û ji bo daxistina qeyranê hevdîtinan dikim."