Îranê li baragehên DYA yên li Iraqê xist

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî DYA Fermandarê Hêzên Qudusê yê Muhafizên Şoreşa Îranê Kasim Suleyman kuşt, Îranê li baragehên DYA yên li Iraqê xist. 
 
Piştî DYA Fermandarê Hêzên Qudusê yê Muhafizên Şoreşa Îranê Kasim Suleyman kuşt, Îranê bi fuzeyên balîstîk li baragehên DYA yên li Iraqê xist. Artêşa Muhafizên Şoreşê yên Îranê, şevê din bi fuzeyên balîstîk li barageha DYA ya li Ayn el-Esad a Iraqê xist. Muhafizên Şoreşê daxuyanî dan û gotin: "Çavkaniyên êrîşên bi dijminî yên li dijî Îranê dê bibin hedef. Ger ku DYA bersîv bide, dê êrîşa me hêj dijwartir bibe." Piştî êrîşan li Qesra Spî liv û tevger zêde bû. Serokê DYA Donald Trump û rayedarên jor, Civîna Ewlehiya Neteweyî pêk anîn.