NY: Dev ji şandina leşkerên bi pere ya Lîbyayê berdin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerê Taybet ê NY'yê Hasan Salame, têkildarî şandina leşkeran a Tirkiyeyê ya ji bo Lîbyayê, bang li kesên ku leşkerên bi pere dişînin welat kir û ev tişt got: "Destê xwe vekişînin".
 
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Lîbyayê Hasan Salame, banga "Ji Lîbyayê dûr bisekinin" li welatên biyanî kir. Salame, piştî civîna Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî daxuyanî da û bang li welatên ku piştgiriya her du aliyan dikin jî kir û ev tişt got: "Destê ji Lîbyayê vekişînin, welat jixwe ji mudalxeyên derve gelek êş dikişîne."
 
Salame, têkildarî êrîşa ku li Trablûsê li dijî dibistanekê pêk hatibû û 30 kesan jiyana xwe ji dest dabû jî axivî û hevalbendên Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ya di bin kontrola General Xelîfe Hafter de berpirsyar dît. 
 
Salame, her dawî jî da zanîn ku tiştên gelên Lîbyayê dijîn li ber çavan nayê girtin û ev tişt got: "Li Lîbyayê têra xwe çek hene, pêwîstiya wan bi çekan tuneye. Li Lîbyayê têra xwe leşkerên bi pere jî hene, dev ji şandina leşkeran bi pere berdin. Niha jî bi hezaran  hê jî tên welat."