Îranê fermandarên amerîkî û Pentagonê weke 'terorîst' îlan kir

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Îranê ku piştî kuştina Qasim Silêmanî li hev civiya, fermandarên amerîkî û Pentagonê weke 'terorîst' îlan kir. 

Meclisa Îranê ku piştî kuştina Fermandarê Hêza Qudsê ya girêdayî Mihafizên Şoreşê Qasim Silêmanî li hev civiya, bi biryarên ku girt fermandarên amerîkî û Pentagonê weke 'terorîst' îlan kir. 
 
Di biryarê de ji bo 2 mehên pêş ji Hêza Qudsê re 200 milyon Eûro hat veqetandin. 
 
Dengdayîna li parlamentoyê di nav dûrişmeya "tolhildan" de pêk hat.