Wezîrê Îranê bersiv da Trump: Terorîstê bi kincên bedil

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Enformasyona Îranê Mûhammed Cevad Azerî Cahronî,  Trûmp ê gotibû "Ger Îran êrîş bike, em ê bi lez û hişk li 52 hedefan bixin" şiband DAÎŞ, Hîtler û Cengîz Xan û got: "Terorîstê bi kincên bedil."

Piştî kuştina Fermandarê Hêza Qudusê ya Mûhafizên Şoreşa Îranê Kasim Suleymanî, ragehiya di navbera Îran û DYA'yê de zêdetir bû. Serokê DYA'yê Donald Trûmp li dijî gefên "Tolhildanê" yên Îranê, gotibû ku "Ger Îran êrîş bike, em ê bi lez û hişk li 52 hedefên wê bixin." Yaredarên Îranê bersivek hişk dan vê gotina Trump. 
 
Wezîrê Enformasyon û Telekomunîkasyonê yê Îranê Mûhammed Cevad Azerî Cahromî, li ser hesabê xwe yê Twîtterê ev daxuyanî parve kir: "Weke DAIŞ'yê, weke Hîtlere, weke Cengîz Xane. Hemû jî dijminantiya çandin dikin. Trûmp terorîsteke bi kincên bedile. Wê her kes di demek nêz de baş zanibe ku TU KES WÊ NEKERA 'Çand û neteweya Îrana Mezin' têk bibe."
 
Serfermandarê Artêşa Îranê Abdulrahîm Mûsavî jî, ev bersiv da gefên Trûmp; "DYA newêreke ku bi Tehranê re bikeve nava şer."