Li herêma betlanê wesayîtê li koma tûrîstan xist: 6 tûrîst mirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêma betlanê Sudtîrol a dikeve navbera Îtalya û Avûstûryayê de, wesayîtek li koma tûrîstan qulipî û di encama qezayê de 6 Almanan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li herêma betlanê Sudtîrol a dikeve  navbera Îtalya û Avûstûryayê de, wesayîtek li koma tûrîstan qulipî û 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî agahiya polîsan, hemû tûristên jiyana xwe ji dest dan Alman in. 
 
Qezaya tirsnak, saet 01.00’ê şevê li nêzî Bruneck rû da. Derbarê qezayê de lêpirsîna polîsên Îtalyanî dewam dike.  Di qezaya ku 6 kesan jiyana xwe ji dest da de gelek kes jî bi giranî birîndar bûn. Li bendê ye ku rayedarên polîsan di saetên pêş de, derbarê berfirehiya qezayê de, agahî dibin.
 
Di hefteya derbas bûyî de jî, li heman herêmê aşût ketibû û 3 tûristên Alman jiyana xwe ji dest dabûn.