Ji bo Suleymanî û Muhendîs li Bexdayê merasîma cenaze

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo Fermandarê Hêza Qudusê ya girêdayî Mûhafîzên Şoreşa Îranê Kasim Suleymanî û Alîkarê Serokê Haşdî Şabî Ebû Mehdî El-Muhendîs ên di êrîşa hewayî ya duh a DYA’yê de jiyana xwe ji dest dan merasîma cenaze hat lidarxistin. 

Li Iraqê, ji bo Fermandarê Hêza Qudusê ya girêdayî Mûhafîzên Şoreşa Îranê Kasim Suleymanî û Alîkarê Serokê Haşdî Şabî Ebû Mehdî El-Muhendîs ên di êrîşa hewayî ya duh a DYA’yê de jiyana xwe ji dest dan merasîma cenaze hat lidarxistin.
 
Merasîma cenaze li Cadîriye ya navenda paytexta Bexda Iraqê hat lidarxistin. Serokwezîrê Iraqê Adîl Abdulmehdî, rayedarên hikumetê, fermandarên Haşdî Şabî ya hêzên mîlîsên Şîî û bi sedan mîlîs û sîvîl beşdarî merasîmê bûn. 
 
Di merasîma cenazeyê de, dirûşmeyên “Ji Amerîka re na”, “Ji Îsraîlê re na” û “Îblîsê herî mezin Amerîka” hatin berzkirin. Piştî merasîmê wê cenaze ji bo bajarê Kerbelayê bên şandin. Dûre wê cenazeyê Muhendîs li Necefê bê definkirin.   
 
Serokê olî yê Îranê Ayetûllah Alî Hamaney, piştî bûyerê li Îranê 3 roj şîn îlan kir û li şûna Suleymanî alîkarê wî Tuggeneral Îsmaîl Kaanî tayîn kiribû.