Wê DYA 3 hezar û 500 eskerî bişîne Rojhilata Navîn

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Wê DYA, 3 hezar û 500 eskerî bişîne Rojhilata Navîn. 
 
Piştî DYA'yê Fermandarê Hêza Qudûsê ya girêdayê Mihafizên Şoreşê yên Îranê Qasim Silêmanî kuşt, Îran gef li ser gefê li DYA'yê dixwe. Piştî vê DYA'yê jî ragihand ku wê 3 hezar û 500 eskerî bişîne Rojhilata Navîn. 
 
Li gorî nûçeya NBC'ê, wê 650 eskerên niha li herêmê jî tev li 3 hezar û 500 eskerên bên şandin bên kirin û herî kêm wê 60 rojî li wir bimînin.