Serokkomarê Iraqê Salih kuştina Silêmanî şermezar kir

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih bi daxuyaniyekê kuştina Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendis şermezar kir û got: "Rolek girîng a Silêmanî û Ebû Mehdî di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de hebû." 

Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih têkildarî kuştina Fermandarê Hêza Qudusê ya Supay Pasdarên Îranê Qasim Silêmanî û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Heşdî Şebî Ebû Mehdî El Muhendis daxuyanî da.
 
Daxuyaniya Berhem Salih wiha ye: "Mixabin me nûçeya şehîdbûna Ebû Mehdî Muhendis û Qasim Silêmanî bihîst. Di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de rolek wan a girîng hebû. Em vî karê dijminane şermezar dikin ku rêveberên me yên ewlehiyê yên bi ser leşkerên Iraqê têde hedef girtine. Bêguman ger dengê bi aqil û jîr ê bilind nebe wê bertekên xerab li pey xwe bîne. Di vê qonaxê de divê em yekbûna xwe biparêzin. Ji bo berjewendiyên nîştmanî û parastina serwerî û asayîşa Iraqê hev bigirin. Li ser hemû herêmê metirsîdare."