Îsmaîl Qaanî li şûna Qasim Silêmanî hat wezîfedar kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li şûna Fermandarê Hêza Qûdsê ya Îranê Qasim Silêmanî, Îsmaîl Qaanî hate wezîfedarkirin.
 
Lîderê olî yê Îranê Alî Xamaney li şûna Fermandarê Hêza Qûdsê ya bi ser Artêşa Mûxafizên Şoreşê ya Îranê Qasim Silêmanî ku ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve duh bi şev hat kuştin, Îsmaîl Qaanî wezîfedar kir.
 
Îsmaîl Qaanî berê cîgirê Qasim Silêmanî bû.