Rûsya, Sûriyê û Çîn têkildarî kuştina Silêmanî daxuyanî dan

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezaretên derve yên Rûsya, Sûriyê û Çînê têkildarî kuştina Fermandarê Hêza Qudusê ya Supay Pasdarên Îranê Qasim Silêmanî û Alîkarê Fermandarê Giştî yê Heşdî Şebî Ebû Mehdî El Muhendis daxuyanî dan û helwesta xwe eşkere kirin.
 
Wezareta Derve ya Rûsyayê têkildarî kuştina Fermandarê Hêza Qudusê ya Supay Pasdarên Îranê Qasim Silêmanî û Alîkarê Fermandarê Giştî yê Heşdî Şebî Ebû Mehdî El Muhendis daxuyaniyek da û peyama sersaxiyê da Îranê û wiha got: "Kuştina General Qasim Silêmanî, gaveke ku wê li tevahiya herêmê bibe sedema aloziyan e. Ji ber ku Silêmanî bi dilsozane xizmeta dosya parastina berjewendiyên niştîmanî yên Îranê dikir."
 
ÎRAN
 
Wezareta Derve ya Sûriyê jî kuştina Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî El Muhendis şermezar kir û weke "şehîd" bi nav kir. Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Sûriyeyê de wiha hat gotin: "Ev gava Amerîka, ji bo herêmê û tinekirina aramiya li Iraqê  pêngavekî metirsîdare."
 
ÇÎN
 
Berdevkê Karê Derve yê Çînê Geng Shuang jî derbarê kuştina Silêmanî de banga xwînsariyê li Amerîkayê kir û got: “Rêveberiya Pekînê her tim di têkiliyên navdewletî de li dijî bikaranîna hêzê derketiye. Di serî de em bang li Amerîka û hemû aliyan dikin ku xwînsarî tevbigerin. Lazime li Rojhilata Navîn aştî û aramî were parastin."