Ji Îranê peyamên tolhildana Suyleymanî

img

NAVENDA  NÛÇEYAN - Serokê Olî yê îranê Ayetûllah Alî Hamaney, derbarê kuştina Fermandarê Hêza Qudsê Kasim Suleymanî de daxuyanî da û got: “Îran û welatên din ên azadîxwaz ên herêmê wê tola Suleymanî hildin.” 

Piştî ku Fermandarê Hêza Qudsê ya girêdayî Muhafizên Şoreşa Îranê Kasim Suleymanî li paytexta Baxdayê ya Iraq3e ji aliyê DYA’yê ve hat kuştin, ji Tahranê li dû hev daxuyanî hatin dayîn. Mûhafizên Şoreşê gef li Washîngton xwarin û serokê siyasî yê Îranê jî, daxuyaniyekê tolhildanê da. 
 
RUHANÎ: WÊ TAHRANÊ BIRYARTIR BIKE
 
Serokkarmê Îranê Hasan Rûhanî, di daxuyaniya da de wiha got: “Piştî vê êrîşê wê Îran li dijî DYA’yê hîn bi biryartir tevbigere. Kuştina Suleymanî, wê Îranê li dijî dagirkeriya DYA’yê xurtir bike. Emê li dijî van polîtîkayan li ber xwe bidin û nirxên xwe yên Îslamî bi biryardarî biparêzin. Bêguman, wê Îran û welatên din ên azadîxwaz ên herêmê tola Suleymanî hildin.”  
 
HAMANEY 3 ROJ ŞÎN ÎLAN KIR 
 
Serokê Olî yê Îranê Ayetûllah Alî Hamaney jî, diyar kir ku ew ê berxwedana xwe ya li dijî DYA û Îsraîlê mezintir bikin. 
 
Hamaney, gefa wê “Îran û welatên din ên azadîxwaz ên herêmê tolê hildin” xwar û li welat 3 roj şîn îlan kir.  
 
ZARÎF: WÊ BERPIRSÊ ENCAMÊN DERBIKEVIN HOLÊ BIN 
 
Wezîrê Karê Hûndir ê Îranê Mûhammed Cevad Zarîf jî, di daxuyaniya da de wiha axivî: “Wê DYA berpirsê hemû encamên derbikevin holê be.”
 
Fermandarê Giştî yê Berê yê Artêşa Mûhafizên Şoreşa Îranê Mûhsîn Rizaî jî, li ser hesabê xwe yê Twîtterê ev peyam parvekir: “Kasim Suleymanî tevlî birayên şehîd bû, lê em ê tolhildanek bi êş ji DYA’yê bigirin.”