Kuştina Qasim Silêmanî dabeşiyê xist nav Kongreya Amerîkayê

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Kuştina Fermandarê Hêza Qudusê ya Muhafizên Şoreşê ya Îranê Qasim Silêmanî ku ji aliyê Amerîkayê ve pêk hat dabeşiyê xist nav Amerîkayê. Senatorên Partiya Komarî destek dan êrişê û endamên Partiyên Demokrat jî hişyariya “dê li herêmê şer zêde bibe” dan. Cîgirê Serokê berê Joe Biden jî ji bo Trump got “fitîla dînamîtê avêt nav qutiya niftikê.” 

Kuştina Fermandarê Hêza Qudusê ya Muhafizên Şoreşê ya Îranê Qasim Sileymanî û Fermandarê Heşdî Şebî Ebû Mehdî el Muhendis yên li Bexdayê ji aliyê Amerîkayê ve pêk hat li cîhanê deng veda. 
 
Li gorî nûçeya Amerikanin Sesî; piştî kuştina Silêmanî ya li Bagdayê di nava endamên Kongreya Amerîkayê de bertekên cuda hatin. Hin endamên Kongreyê pesindayîna operasyonê dan û hin endamên din ên Kongreyê jî hişyarî dan ku dê encamên nebaş bixwe re bîne. 
 
Kesayetên piştevaniyê didin Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêjin vê gavê peyamek xurt daye Îranê û dê ji bo taşeronên Îranî yên li Iraqê jî bibe pêximkerek hêzdar. 
 
GRAHAM GOT: DIVÊ ÎRAN BERDELEK GIRAN BIDE
 
Senatorê Amerîkî yê navdar ê Komariyan, Lindsey Graham di twîttekê de ji ber kuştina Qasim Sulêymanî spasiya Serokê Amerîkayê dike û di heman demê gef li Îranê xwariye û got: “Eger êrişên Îranê berdewam bikin û ez kesek bim li parzûngehên petrolê yên Îranê kar bikim, her niha min dê hizir ji karekî din kiriba. Heke êrişên Îranê bi ser Amerîkayê û hevpeymanên wê berdewam bikin, divê berdelekî herî giran bidin, ku parzûngehên petrolê jî li xwe bigire. Eger hûn dixwazin di sektroa petrolê de bimînin, dest ji Amerîka û hevpeymanên wê berdin û dest ji wê yekê berdin ku hûn bibin mezintirîn piştevanê terorê li cîhanê. Silêmanî yek ji endamên rejîma Ayetullah ê birêhm û zalim bû.” 
 
Endamê Partiya Komarê Tom Cotton jî dibêje: “Qasim Silêmanî bi salan kuştina Amerîkiyan birêve bir û desthilatdariya terora Îranê birêve bir. Amerîka piştî kuştina Silêmanî hin bêtir di aramî û ewlehiyê de ye.” 
 
DEMOKRATAN HIŞYARÎ DA 
 
Hin endamên Partiya Demokrat jî piştî kuştina Silêmanî ragihandin ku dê talûkeya şerê li herêmê mezintir bibe û metirsiyên xwe yên dê berjwendiyên Amerîka li Rojhilata Navîn bikevin talûkeyê anîn ziman. 
 
‘WÊ FELAKETEK ŞER A NÛ BÎNE' 
 
Senatorê Demokrat Tom Udall got: “Operasyon dê ji bo Amerîkayê talûkeyê bîne. Wê felaketek şerê nû dest pê bike.”
 
JI KONGREYÊ ERÊKIRINÊ WERNEGIRTIYE 
 
Hin endamên Demokrat jî diyar kirin ku bêyî pejirandina Kongreyê Trump fermana vê operasyonê daye. 
 
‘AGIR BI FITÎLÊ XIST' 
 
Namzetê Serokatiya Demokratan û Cîgirê Serokê berê Joe Biden jî têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Wê tu Amerîkî şîna Silêmanî negire. Silêmanî li hember eskerên Amerîkî û bi hezaran kesên bêguneh sûcê ku kir vî cezayî heq kiriye. Wê li herêmê rageşî zêdetir bibe. Dibe ku ev operayon bandorek neyînî jî li pey xwe bîne. Serok Trump fitîla dînamîtê avêt nav qutiya niftikê.”