Îtalya Tirkiye hişyar kir: Şandina eskeran a Lîbyayê ne çareserî ye

  • cîhan
  • 18:30 29 Kanûn 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Îtalyayê Giuseppe Conte, Serkkomarê Tirkiyeyê Erdogan têkildarî şandina eskeran a Lîbyayê hişyar kir û li dijî projeya Erdogan a Lîbyayê derket. 

 
Serokwezîrê Îtalyayê Giuseppe Conte, hefteya borî, bi Serokê AKP'ê Erdogan re dosyeya Lîbyayê bi telefonê nîqaş kiribû. Lê li ser mijara Libya negihîştin tu encaman. Romayê jî şerê eskerî ya li Lîbyayê red kir. Serokwezîrê Îtalyayê ji rojnamegeran re got destwerdana leşkerî aloziya heyî çareser nake. Lê dê aloziyan mezintir bike ku ew jî îşaretê bi daxuyaniyên Tirkiyê der heqê gumana şandina hêz û çeteyan ji Lîbyayê re dike.
Giuseppe Conte got: "Roma hewl dide destwerdana leşkerî li Lîbyayê qedexe bike. Divê fişarên dîplomatîk gur bikin. Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Luigi de Mayo jî diyar kir ku dê di demeke nêz de serdana Lîbyayê bike da ku dan û standinan pêk bîne û piştrast kir ku Roma bi israr e şerê dijminatî li wir rawestîne.
 
Di dawiya Mijdarê de serokkomarê Tirkiyê û serokê hikumeta Terablusê 2 peyman îmze kirin. Yek der barê nexşekirina sînorê deryayî li Deryaya Spî û ya din jî girêdayî hevkariya ewlehî û leşkerî de ye.