Li Somalî êrîşa bombeyî: 61 kes mirin

  • cîhan
  • 13:26 28 Kanûn 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Paytextê Somalî Mogadîşûyê êrîşa bombeyî pêk hat. Di êrîşê de herî kêm 61 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li Paytextê Somalî Mogadişûyê êrîşek bombeyî pêk hat. Maşîna bombebarkirî li cihê herî qelebalix çarrêyanê teqandin. Di bûyerê de herî kêm 61 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ajokarê ambulansê Abdikadir Abdirahman Haji Aden, 
ji Ajansa Reutersê re axivî û diyar kir ku heta niha 61 kesan jiyana xwe ji dest dane û 61 kes jî birîndar bûne.