Mala Çavdêriyê: Li Idlibê 8 sivîl hatin kuştin

  • cîhan
  • 17:41 24 Kanûn 2019
  • |
img
IDLIB - Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, diyar kir ku balafirên şer ên Rûsya ku piştgiriyê didin operasyona Artêşa Sûriye ya li Idlibê, dibistanek ku penaber lê bi cih û war bûbûn bombe kir. Di bombebaranê de 5 jê zarok 8 sivîl hatin kuştin. 
 
Balafirên şer ên Rûsya ku alîkarî û piştgiriyê didin operasyona Artêşa Sûriyeyê ya li Idlimê, dibistanek ku penaber lê bi cih bûbûn bombe kir. Di bombebaranê de 5 jê zarok 8 sivîl hatin kuştin. Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ku navenda wê li Îngîlîstanê ye, diyar kir ku balafirên şer ên Rûsya ku piştgiriyê didin operasyona Artêşa Sûriye ya li Idlibê, dibistana li Gundê Sarakîb a ku penaber lê bi cih û war bûbûn bombe kir. Di bombebaranê de 5 jê zarok 8 sivîl hatin kuştin. 
 
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) jî ji ber şerê li herêmê di hefteyên dawî de 60 hezar welatî koç kirin. Ji meha nîsanê heta niha jî herî kêm 400 hezar kes ji cih û warên xwe koç kirine.