Rûsya û Çînê alîkariya ji bo Sûriyê ‘veto’ kir

NAVENDA NÛÇEYAN - Pêşnûmeya derbarê dirêjkirina  alîkariya mirovî ya ji bo Sûriyê ya ji hêla welatên cîran ve, ku KENY'yê hate gotûbejkirin, Rûsya û Çînê qebûl nekir.

 
Di dengdanê de ya li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) 13 dengên “erê” ji bo pêşniyarê derketin, ku pêşnûme Elmanya, Belçîk û Kuweytê anîbûn lê endamên domdar ê KENY'yê Rûsya û Çînê derbarê pêşnûmeyê biryara “veto”yê dan û pêşnûme nehate qebûlkirin.
 
Pêşnûme pêşbîniya wê dikir ku dema alîkariya mirovî ku Tirkiye, Urdin û Libnan ji 2014'an ve dida, saleke dîtir were dirêjkirin.
 
Rûsya ya ku “veto” da got rejîma Esad li piraniya Sûriyê kontrol bi dest ve aniye û ji ber vê “veto” dike û alîkariya mirovî ji deverên bi kontrola rejîmê dikare were kirin.