Hişyariya pereyê reş li Tirkiyeyê hat kirin

  • cîhan
  • 15:57 16 Kanûn 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêza Peywira Çalakiyên Malî (FATF) ku ji aliyê Welatên G-7'an ve bi armanca pêşêligirtina pereyê reş hatiye damezrandin, hişyariya ku 'kêmasiyên micid' ên Tirkiyeyê di vê mijarê de hene kir û daxuyandku dibe Tirkiyeyê bikeve 'lîsteya gewr'. 
 
Hêza Peywira Çalakiyên Malî (FATF) ku ji aliyê Welatên G-7'an ve bi armanca pêşêligirtina pereyê reş hatiye damezrandin, hişyariyan li Tirkiyeyê kir. FATF ku rêxistina venêrînê ya navneteweyî ye, diyar kir ku Tirkiye di mijara 'fêhilkirina pereyên reş' û 'astengkirina fînansebûna rêxistinên terorîst' de kêm dimîne û got ku heke di van mijaran de sererastkirinan neke dê Tirkiyeyê li 'lîsteya gewr' a navneteweyî bê barkirin. 
 
Li gorî nûçeya ku ji aliyê Fînancîal Tîmesê ve hat weşandin, piştî raporê dê Tirkiye ji aliyê FATF'ê bi taybet bê kontrolkirin. Heke di rewşê de tu pêşketin çênebe dê Tirkiye jî weke Pakistan, Mogolistan û Yemenê li  'lîsteya gewr' bê barkirin. Ev rewş jî bibe sedem ku sermaye biyanî di têketina welat de gumanan bike. 
 
Hat ragihandin ku raporê Tirkiyeyê aciz kiriye û ji bo neweşandina raporê xebatên lobiyê meşandiye. 
 
Ji hêla Tirkiyeyê ve heta niha tu daxuyanî nehatiye dayîn.