Li Sûdanê sendîkayên dema Omer El Beşîr hatin betalkirin

  • cîhan
  • 09:56 15 Kanûn 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Sûdanê, otorîteya demkî ku piştî hilweşandina desthilatdariya Omer El Beşîr, ji bo birêvebirina welat hate wezîfedarkirin, aşkera kir ku sendîkayên di dema rejîma Beşîr de hatine avakirin, betal kirine.
 
Li Sûdanê, otorîteyên demkî ku piştî hilweşandina desthilatdariya Omer El Beşîr, ji bo birêvebirina welat hate wezîfedarkirin, sendîkayên dema rejîma Beşîr betal kirin. Konseya Serdest têkildarî mijarê biryarnameyek weşand û ev agahî ragihand: "Rayedarên Sûdanê biryar wergirtin ku sendîkayên pîşeyî hemûyan betal bikin." 
 
Konseyê her wiha biryar wergirt ku sendîkaya parêzeran betal bike û ji nû ve hilbijartin lê bê kirin.
 
Rayedaran ji bo desteserkirina hebûnên Partiya Kongreya Neteweyî ku partiya Beşîr bû û di dawiya meha mijdarê de hate betalkirin, komîsyonek ava kir.
 
Ev biryarên konseyê bi daxwazên tevgera gel pêk hatin. 
 
Rêxistinên pîşeyî yên hatin betalkirin weke piştevanên Omer El Beşîr tên dîtin.
 
Sendîkaya rojnamevanan nerazîbûn nîşanî biryarê da û ragihand ku ew biryarnameyê nas nakin û li dijî vê yekê dê têbikoşin.
 
Konseya Demkî ya Serdest ji leşkeran û sivîlan pêk tê.