Esper: YPG ne 'rêxistina terorê' ye

  • cîhan
  • 14:42 12 Kanûn 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper, diyar kir ku di navbera wan û Tirkiyeyê de nêrînên cuda hene û ev tişt got: "Weke gelek endamên NATO'yê, em di baweriyê de ne ku YPG ne rêxistineke terorê ye."

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper, li rûniştina Komîsyona Xizmetên Leşkerî ya Meclisa Nûneran, pirsên endamên Kongreyê bersivand. Li ser pirseke têkiliyên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de Esper ev bersiv da: "Di mijara Sûriyeyê de gumana min herî mezin Tirkiye û Rûsya ne. Ji dûrbûna Tirkiyeyê ya ji NATO'yê bi fikar im. Li gorî min divê em li çareseriyeke ku Tirkiyeyê dîsa çawa nêzî NATO'yê bikin, bigerin. Êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Sûriyeyê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê tevlîhev kir. 
 
DUN SENARYO 
 
Esper li rexneyên destûr dayîna êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ev tişt got: "Du senorya li pêşiya me bûn. Ya me yê li dijî êrîşa Tirkiyeyê hebûna leşkerên xwe li wir berdewam bikira, hem ez û hem jî serfermandarê giştî Mîlley em li dijî vê yekê bûn. Ya jî me yê li dijî hevkarê me yê NATO'yê yê dûr û dirêj şer bikira."
 
NÊRÎNA CUDA
 
Esper, li ser nirxandina fikarin Tirkiyeyê yên ji bo YPG'ê jî diyar kir ku di navbera wan û Tirkiyeyê de nêrînên cuda hene û ev tişt got: "Weke gelek endamên NATO'yê, em di baweriyê de ne ku YPG ne rêxistineke terorê ye."