Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Esper peyam da Tirkiyê: Ez ji YPG’ê re nabêjim terorîst

  • cîhan
  • 11:15 3 Kanûn 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Mark Esper beriya zîrveya NATO’yê peyamek eşkere da Tirkiyê û got: “Ji bo pirsgirêk çareser bibin, ez ji YPG’ê re nabêjim terorîst. Ez YPG’ê wek tehdît nabînim.” 

 
Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Mark Esper beriya zîrveya NATO’yê li ser rêya Londrayê daxuyaniyek da û ji bo Planên Parastinê yên dewletên Baltikê yên Natoyê û Polonya bê erê kirin bang kir. Esper ê daxuyanî Reutersê wiha got: “Her kes wan wek tehdît dibîne lê em wan wek tehdît nabînin. Em ê destek nedin ku YPG wek terorîst were nasîn. Em sekna xwe neguherînin û ez nebawerim NATO jî helwesta xwe biguherîne.
 
‘JI BO ME NE TEHDÎT IN’ 
 
Peyama ez bidim Tirkiyê ev e; divê em di van planên miqabilî hev pêşketina bikin. Her kes ne mecbûre ku ajanda Tirkiyê erê bike. Îqtîdara Erdogan dixwaze NATO, YPG’ê wek ‘rêxistina terorê’ bide pênasekirin. Ji bo pirsgirêk çareser bibin, ez ji YPG’ê re nabêjim terorîst. Lê ji bo me ew ne tehdît in.”