Konferansa Avhewayê ya NY'yê dest pê kir

  • cîhan
  • 15:37 2 Kanûn 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Konferansa Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), bi beşdariya lîderên Cîhanê, li paytexta Îspanya Madrîdê, dest pê kir.
 
Konferansa Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) COP25, bi beşdariya lîderên Cîhanê, li paytexta Îspanya Madrîdê, dest pê kir. Ji 196 welatan delege û nûnerên Yekitiya Ewropa (YE) jî di nav de nûnerên gelek organîzasyonên navneteweyî tevlî konferansê bûn. Ji Tirkiyeyê jî Wezîrê Bajarvanî û Hawirdorê Mûrat Kûrûm tevlî konferansê bû. 
 
Amerîka li gel ku biryar daye ji sala 2020'an şûn ve dê ji Peymana Avhewayê ya Parîsê vebikişe jî heyetek şand konferansê. 
 
Wezîrê Hawirdorê yê Şîliyê Carolîna Schmîdt, serokatiya konferansê dike. 
 
Konferansa ku hatibû plankirin li Şîliyê bê lidarxistin, ji ber çalakiyên li Şîliyê li Madrîdê tê lidarxistin. 
 
Konferans dê heta 13'ê Kanûnê bidome û delege di çarçoveya Peymana Avhewayê ya Parîsê de pêşniyarên xwe yên parastina avhewayê pêşkêş bikin. 
 
Di nav planên konferansê de plana ku heta dawiya sedsala 21'emîn germbûna global di bin 2 pîleyan de bê hiştin.