HRW'ê li ser dorpêça Mexmûrê rapor weşand

  • cîhan
  • 14:16 27 Mijdar 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW), têkildarî dorpêça li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) rapor weşand. HDW'ê xwest li gorî pîvanên navneteweyî hikûmeta Herêma Kurdistanê mafê azadiya nîştecihbûn, hatin û çûnê ji bo xelkê li herêmên di bin kontrola xwe de pêk bîne. 

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) derbarê dorpêça li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku zêdeyî 4 mehane didome raporek weşand. HRW'ê di raporê de bi hûrî qala rêgirtin û astengiyên rêveberiya Herêma Kurdistanê danîne li pêşiya şêniyên Wargaha Mexmûrê dike. Di raporê we wiha tê gotin;"Hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Iraqê di nava nîvê meha Tîrmeha sala 2019'an ve bi awayekî herêmî ambargo danîne li ser tevger û hatinûçûna panaberên Wargeha Mexmûrê ku Kurdê Tirkiyeyê ne."
 
AMBARGO DIHÊLE KU WELATIYÊN WARGEHÊ BIÇIN NEXWEŞXANEYÊ
 
Berpirsa Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) a Rojhilata Navîn Sarah Leah Whitson, wiha destnîşan kiriye,"Rêveberiya hikûmeta Herêma Kurdistanê nikeren her kesê li wargehê ceza bike,  ji ber ku hin mirov dikarin dilsozê PKK'ê bin, dema ku delîl tunebin ew sûc kirine. Ev ambargoya li ser şêniyên wargehê wiha kiriye ku nikarin biçin kar, nexweşxaneyan û çareseriyên tenduristî nekin."
 
Berpirsa Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) a Rojhilata Navîn Sarah Leah Whitson rexneyên tund li rêveberiya Herêma Kurdistanê kiriye û wiha destnîşan dike;"Divê dayik zarokên xwe winda nekin ku ji nû rayedarên hikûmeta Herêma Kurdistanê bifirkirin ku sînorkirin zêde ye. Cihê şok û matmayînê ye ku hata niha berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê dawî li sînordarkirina mafê hatinûçûnê penabarên wargeha Mexmûrê neanîye."
 
Li gorî raporê, koordînatorê hikûmeta Herêma Kurdistanê yê ji bo parêzvaniya navdewletî Dindar Zebarî, roja 30'ê Cotmehê bersiv da pirsnameyek HRW'ê ya di derbarê rewşê de û diyar kiriye ku rayedarên hikûmetê ji ber" pirsgirêkên ewlehiyê "tevgerên rûniştvanên kampê 'hinekî sînordar kir.'  
 
Di dawiya raporê de, tê gotin ku li gorî pîvanên navneteweyî pêwîste hikûmeta Herêma Kurdistanê mafê azadiya nîştecihbûn, hatinûçûnê ji bo xelkê li herêmên di bin kontrola xwe de pêk bîne. Li gorî yasayên navneteweyî hikûmeta Herêma Kurdistanê tenê di demekê dikare hatinûçûna welatiyan û yên ku hemwelatî jî nînin li gorî yasayê be û ji bo parastina asayîşa neteweyî, selametî û tenduristiya giştî be, yan ji bo parastina maf û azadiya xelkê din be sînordar bike. Weke din divê ev sînordarkirin, ne cudahî û bi armanca sînordarkirinê be.