Li Şîlî jinek rojnameger kuştin

  • cîhan
  • 13:18 25 Mijdar 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şîlî jina rojnameger Albertina Martínez Burgos a 38 salî li mala xwe kuştî hat dîtin. 
 
Rojnameger Albertina Martínez Burgos a ku tundiya polisan dikir belge, li mala xwe kuştî hat dîtin. Rojnamegera ku li Şîlî çalakiyên gel dişopandin a 38 salî Albertina Martínez Burgos li mala xwe kuştî hat dîtin. Hat diyar kirin ku di 22'ê mijdarêde li malê kuştî hatiye dîtin û li ser bedena wê şopê lêdan û îşkenceyê heye. Li gorî nûçeya El Unversalê Rojnameger Martinez Burgos, li gel rojnamegerên din li Qada Îtalya ya Santiago çalakiyên gel dişopandin.