Yewnenistan: Divê Tirkiye dev ji şantaja penaberan berde

  • cîhan
  • 12:30 21 Mijdar 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Polîtîkayên Koçê yê Yewnenistanê Yorgo Kûmûçakos, diyar kir ku divê Tirkiye dev ji şantaja xwe ya ku bi armanca girtina hê zêdetir piştgiriya malî dike, berde. 
 
Wezîrê Polîtîkayên Koçê yê Yewnenistanê Yorgo Kûmûçakos, diyar kir ku divê Tirkiye ji bo girtina hê zêdetir piştgiriya malî ya ji Yekitiya Ewropayê, penaberan ji xwe re weke "şantajê" bi kar neyne. Li gorî nûçeya Deutsche Welle Tirkî ku dispêre AFP'ê Kûmûçakos, ev tişt gotiye: "Tirkiye, timik dibare dike ku dê deriyan veke, penaber jî ji bo vekirinê, ber bi deriyan ve areste dibin."  Kûmûçakos, destnîşan kir ku ji meha gulanê ve hejmara penaberên ku hatine  peravên yewnanistanê ji sedî 240 zêde bûne.