Rayedarekê Leşkerî yê Iraqê: Rêveberên DAIŞ'ê li Tirkiyeyê dijîn

  • cîhan
  • 15:57 19 Mijdar 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Şefê Îstîxbarata Leşkerî yê Iraqê Lîwaa Saat El Allak, diyar kir ku rêveberên herî girîng ên DAIŞ'ê li Tirkiyeyê dijîn û xwedî pereyên herî zêde yên karibin êrîşên li tevahiya cîhanê fînanse bikine.

 
Şefê Îstixbarata Leşkerî yê Iraqê  Lîwaa Saat El Allak ji CNN’ê re  axivî û diyar kir ku serçeteyên ku bi navên "emîr" têne naskirin, niha li kampên Tirkiyeyê dijîn û dikarin şaneyên nû li Tirkiyê ava bikin û pereyan bi dest bixin.
 
El Allak, anî ziman ku îsal di demên derbasbûyî de komeke DAIŞ’î ji Baxozê ya li rojhilatê Sûriyê reviyan û niha li herêma Dîlokê başûrê rojhilatê Tirkiyeyê dijîn û wiha got: "DAIŞ ji sînorê Sûriye-Tirkiyê bi alîkariya qaçaxçiyan derbasî van herêmên Tirkiyê bûne." El Allaj piştrast kir ku serçete niha li Tirkiyeyê ne û Tirkiye di perwerdekirina terorîstan de roleke sereke dilîze.
 
 El Allak diyar kir ku dosyayên 9 serçeteyan radest kirine, di nav wan de serçeteyên piştevaniya operasyonên li cîhanê pêk tên dikin jî hene. Saad El Allak got daxuyaniyên dawîn ên çeteyan nîşan didin ku plana reva ji girtîgehên Iraqê û Sûriyê dikin.
 
Saad El Allak Elaq bang li dewletan kir ku li dijî vê dozê helwestekê diyar bikin, ji ber ku ew dikarin careke din li welatên xwe vegerin û xetereyê li ser hin welatên wekî Ewropa, Rûsya û bakurê rojavayê Afrîkayê çêkin.