‘Enqere Interpolê ji bo bêdengkirina mûxalîfan bi kar tîne’

  • cîhan
  • 12:39 7 Mijdar 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê Meclîsa Federal a Partiya Çep a Almanya Andrej Hûnko, diyar kir ku Enqere Interpolê ji bo bêdengkirina mûxalîfan, xirab bi kar tîne û got: “Madeya 3’yemîn a sereke ya Interpolê tê îhlalkirin.” 
 
Ji ber biryarên Interpolê yên bi hewldana Tirkiyeyê hatin girtin, di salên dawî de hejmara Elmanên eslê xwe ji Tirkiyeyê, yên li Ewropayê tên girtin, zêdetir bûn. Piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15’ê Tîrmehê, 1252 Bultana Sor û Şîn gehiştin Elman yayê. Parlameterê Meclîsa Federal a Partiya Çep Andrej Hûnko, ji bo hejmara mijara gotineyê pêşniyazname da hikumeta Elmaya û Elmanya bersiv da pêşniyaznamê. 
 
Li gorî belgeyan, Tirkiyeyê ji 15’ê Tîrmeha 2016’an û vir ve, hezar û 168 Bultên Sor û 84 Bultenên Şîn têkildarî kesên eslê xwe ji Tirkiyeyê ne, dane Elmanyayê. Bultena Sor ji bo girtin û îadekirinê ye û Bultena Şîn jî ji bo ragihandina navnîşanê ye. Ev hejmar di sala çûyî de weke 848 û di sala 2017’an de jî weke 569 hatibû ragihandin.
 
Parlamenterê Meclîsa Federal a Partiya Çep Andrej Hûnko, di daxuyaniya di DW Tukçeyê da de, diyar kir ku biryarên derbarên kesên eslê xwe ji Tirkiyeyê yên li Elmanya dijîn de hatin dayîn, rekorek nû ye û wiha got: “Enqere Interpolê, ji bo bêdengkirina mûxalîfan bi kar tîne.  Ev biryar madeya 3’yemîn a sereke ya Interpolê îhlal dikin. Ev made, muameleya siyasî, leşkerî, olî û nijadî qedexe dike.”