Hevjîna Bexdadî di 2018’an de li Hatayê hatibû girtin

  • cîhan
  • 12:17 7 Mijdar 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN  - Piştî Serokê DAÎŞ'ê El Bexdadî hat kuştin, Serokê AKP'ê Erdogan di 5'ê mijdarê de got “Yemek car aşkere dikim" girtina Hevjîna Bagdadî îlan kir. Lê derket holê ku hevjîna Bexdadî di sala 2018'an de li Hatayê hatibû girtin. Ajansa Nûiçeyan a Alman dpa, aşkere kir ku Hevjîna Bexdadî Esma el Kubeysî sala par ligel 10 kesan li Hatayê hatiye girtin. 
 
Serokê DAIŞ'ê Ebûbekîr El Bexdadî di 27'ê Cotmehê de li Îdlîbê di operasyona QSD û DYA'yê de li ser sînorê Tirkiye û Idlibê hat kuştin. Piştî El Bexdadî hat kuştin Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan di komcivîna partiya xwe ya 5'ê Mijdarê de got "Ez Yekem car aşkere dikim" û diyar kir ku Hevjîna Serokê DAIŞ'ê Bexdadî Esma el Kubeysî hatiye girtin. Lê derket holê ku Esma el Kubeysi salek berê li Hatayê hatiye girtin. Ajansa Deutsche Welle nûçe spart Ajansa Nûçeyan a Alman dpa. Nûçeyê hurguliyên operasyona Hêzên Taybet ên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hêzên DYA ku li diji Serokê DAİŞ'ê Ebubekir el Bexdadî ku li Idlibê pêk anîn parve kir. Di nûçeyê de hat diyar kirin ku Hevjîna Bagdadî Esma Feysi Muhammed el Kubeysî di 2'ê Hezîrana 2018’an de li gel 10 bersûcên DAİŞ'ê li Hatayê hatine girtin. Di nûçeyê de hat diyar kirin di nava komê de yek mêr, 4 jin û 6 zarok hebûn û nasnameya Esma di demek kurd de diyar kirine. Di nûçeyê de hat diyar kirin ku di nava komê de keça Bexdadi jî heye û nasnameya keça Bexdadî bi testa DNA'yê aşkere kirine û navê wê Leyla Cebir e. 
 
Lê Erdogan, di 5'ê Mijdarê de pesnê xwe da û diyar kir ku hevjîna Bexdadî girtine.