Ji bo rawestandina hinardeya çekan a Tirkiyeyê îmze berhev kirin

  • cîhan
  • 15:24 5 Mijdar 2019
  • |
img
BERN - Saziya Sivîl a Campax ku li Swîsre xebatan dike, di çarçoveya kampanya ku ji bo Hikûmeta Federal a Swîsreyê hinardeya çekan a Tirkiyeyê bide rawestandin dabû destpêkirin de îmzeyên ku berhev kiribûn, pêşkêş kir. 
 
Saziya Sivîl a Campax ku li Swîsre xebatan dike, piştî destpêkirina êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo rawestandina firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê kampanya îmzeyan dabû destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de 8 hezar û 610 îmzeyên ku hatibûn berhevkirin, pêşkêşî Hikûmeta Federal a Swîsreyê hatin kirin. Koma ku ji bo pêşkêşkirina îmzeyan hat ber derê avahiya Hikûmeta Federal daxuyaniyek da. Ji rêveberên kampnayayê Lared Camponovo, diyar kir ku li gel ku Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên xwe yên li dijî kurdan didomîne jî Swîsre çekan û amûrên şer difiroşe Tirkiyeyê û wiha got: "Her frankek ku tê dayîn zêde ye. Dayîna peyameke vekirî ya polîtîk pêwîst e. Divê ku Swîsre firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê bide rawestandin."
 
Piştî daxuyaniyê îmzeyên ku hatibûn berhevkirin, ji aliyê komê ve pêşkêşî Endamê Konseya Federal a ji aboriyê berpirsyar Guy Permelîn hatin kirin. Ji hikûmetê hat xwestin ku helwesteke vekirî û zelal nîşanî Tirkiyeyê bide. 
 
MA / Ruştu Demîrkaya