DYB: Komên Tirkiye piştgiriya wan dike êrîşa konvaya leşkerên me kirin

  • cîhan
  • 13:20 4 Mijdar 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - CENTOM'ê ragihand ku komên Tirkiye piştgiriya wan dike li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşê konvaya leşkerên wan kirine. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku windabûneke mal û can çênebûye. 
 
Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), bi daxuyaniniyekê agahiya ku komên girêdayî Tirkiyeyê êrîşî konvoya leşkerên Amerîkayê kirine, piştgrast kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di 3'ê mijdarê de devriya Amerîkayê rastî êrîşa bi topên hewanê hatiye û topên hewanê li konvoyê neketine. 
 
Agahiya têkildarî vê êrîşê destpêkê ji aliyê Rûsyayê  ve hatibû parvekirin, lê ev agahî ji aliyê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ve hatibû redkirin.