Nancy Pelosî: Êrîşa artêşa Tirk a li dijî gelê kurd Komkujiya Ermenan bi bîr dixe

  • cîhan
  • 13:16 30 Cotmeh 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Seroka Meclîsa Nûneran ê ji Partiya Demokrat Nancy Pelosî li ser “Qirkirina Ermenan” a li Meclîsa Nûneran a DYA’yê hat pejirandin axivî û bal kişand ser êrîşên Tirkiyê yên li dijî Rojava û got: “Êrîşên dawî yên artêşa Tirk a li dijî gelê kurd di dema me de talûkeyek bibîr dixe.” 
 
Li Meclîsa Nûneran a Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê duh “Qirkirina Ermenan” hat pejirandin. Seroka Meclîsa Nûneran ê ji Partiya Demokrat Nancy Pelosî li ser pejirandina qirkirinê nêrînên xwe anî ziman. Pelosî got Qirkirina Ermenan ku pêk hat îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gelê kurd jî heman qirkirin tê dubarekirin. 
 
Pelosî bal kişand ser mezinahiya dîrokî ya komkujiyê û wiha axivî: 
“Birêz axaftvan, bi armanca komkujiyek herî hovane ya sedsala 20’emîn bibîr bînim ez jî tev li hempîşeyên xwe dibim û radibim pêya. Împaratoriya Osmaniyan ji milyonek û nîv zilam, jin û zarokên ermenî bi awayek sîstematîk qetil kir. 
 
Bi awayek trajedîk komkujî pêk hat. Vî sûcê mirovahiyê yê dubare dubare pêk anîn hat înkarkirin. Îro em di bin sîwana Meclîsa Kongreyê de heta dawiyê em pirr eşkere bînin ziman. Komkujiya li dijî gelê ermen pêk anîn ji bilî qirkirinek hovîtî tiştek din nîne. 
 
Wek ku çavdêrên navnetewî yên wê demê nivîsandibûn, ev yek kampanya tunekirina nijadekî bû. Em endamên kongreyê yên azadîxwaz pêwîste em vê berpirsiyariya xwe ku em qirkirinê ji bîr nekin bînin cih. Heke em dîrokî ji nedîtî ve werin dê xeletiyên li pişt me mane dê teqez dîsa dubare bibin. 
 
Êrîşên dawî yên artêşa Tirk a li dijî gelê kurd di dema me de talûkeyek bibîr dixe.”