Prof. Morris: Ewropa ji tirsan naxwaze komkujiya ku Tirkiye pêk anîye bibîne

  • cîhan
  • 12:36 30 Cotmeh 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dîroknas Prof. Benny Morris, diyar kir ku ji ber Ewropa ditirse Tirkiye bersîv bide, naxwaze komkujiya ku Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîye bibîne.
 
Dîroknasê Îsraîlî Prof. Benny Morris, roportaj da Rojnameya Berlingske ya Danîmarkayê û diyar kir ku Ewropa ji tirsa ku Tirkiye bersîvê bide wê naxwaze komkujiya ku Tirkiye li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê pêk anîye bibîne. 
 
Morrîs tevî dîroknas Dror Ze'evî qirkirina ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye kirin di pirtûka "Qirkirina ku sih salan dom kir: Tinebûna Hindikahiyên Xiristiyan bi destê Tirkiyeyê, 1894-1924" kom kirin. The Wall Street Joûrnal, New York Tîmes û gelek rojnameyên DYE'yê cih dan pirtûkê, lê belê medya li Ewropayê pirtûk ji nedîtî ve hat. Morrîs destnîşan kir ku Tirkan di nava 30 salên ku Hîtler ji bo avakirina welatekî etnîkî paqijiya etnîkî pêk anîn de ji 1.5 heta 2.5 milyon Xiristiyan qetil kir û got: "Nifûsa Xiristiyana di sala 1894'an de li Tirkiyeyê ji sedî 20 bû lê di sala 1924'an de daket ji sedî 2'an. Yên dewleta Tirk bi rê ve dibin ji sala 1920'î ve qirkirinê înkar dikin û belgeyên di arşîvan de jî bi rêk û pêk tine kirine." 
 
Morrîs xemsariya medya welatên Ewropayê li pêşberî pirtûka wî nirxand û got: "Hêzên rojavayî bi taybetî jî Ewropa ji Tirkiyeyê ditirse. Siyasetmedar ditirsin ku Tirkiyeyê hêrs bikin, medya jî ditirse ku Tirkiyeyê rexne bike. Dibe ku Tirk derî vekin û penaberan bişînin û li rojavayê Ewropayê bi milyonan Tirk her wiha hilbijêrên Tirk hene."