Lavrov: Em ê navbeynkariya xwe ya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de bidomînin

  • cîhan
  • 12:44 16 Cotmeh 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, polîtîkayên Amerîkayên yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rexne kir û da zanîn ku dê di çarçoveya Mutabaqata Edeneyê de navbeynkariya xwe ya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de bidomînin

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, li Soçiyê di vekirina civîna Saziyên Ewlehî û Îstixbaratê yên Welatên Hevparên Serwîsa Ewlehiya Rûsyaya Federal (FSB) de têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û lihevkirina di navbera Rejîma Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) axivî. 
 
'BERPIRSYAR EWROPA YE'
 
Lavrov di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên Amerîkayê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: "Em  îro fîkiyên vê polîtîkaya tengav berhev dikin. Encama vê polîtîkayê dîsa bû şer. Ji ber vê pevçûnê DAIŞ'iyên li herêmê li Rojhilata Navîn, Afrîkaya Bakur û li deverên din ên Cîhanê berbelavbûn. Berpersyarên vê rewşê welatên Ewropayê ne ku welatiyên xwe yên endamên DAIŞ'ê yên li kampan qebûl nakin. Welatên ku welatîbûnê didin van terorîstin pêşerojê divê berpirsyariya van kesan bigirin ser xwe." 
 
PEYAMA NEVBEYNKARIYÊ 
 
Lavrov di berdewamê de jî destnîşan kir ku dê Rûsya piştgiriyê bide pêkanîna ewlehiyê ya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dê Rûsya li gorî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) û rêgezên hiqûqa navneteweyî tev bigere û pêkanîna lihevkirinên di navbera Şam û kurdan de teşvîq bike. Rûsya weke di Mutabaqata Edeneyê de jî tê dîtin dê piştgiriya xwe ya ji bo pêkanîna ewlehiyê ya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê berdewam bike."