Kanadayê firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestand

  • cîhan
  • 22:39 15 Cotmeh 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Derve ya Kanadayê, ragihand ku Kanadayê îxracata çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestand. Her wiha îro Spanyayê jî heman biryar girtibû.
 
Piştî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Tirkiyeyê, gelek welatan peymanên çekfirotinê yên ji bo Tirkiyeyê rawestandin. Îro Wezareta Karên Derve ya Kanadayê jî ragihand ku Hikûmeta Kanadayê firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestandiye. 
 
Her wiha îro Wezareta Karên Derve ya Spanyayê jî daxuyandibû ku Spanya li gel hevpîşeyên xwe yên di Yekîtiya Ewropayê de, êrîşa li ser Sûriyeyê napejirîne û loma lîsansa ji bo bazirganiya amurên leşkerî ya nû nade.