Hoşyar Zêbarî: Tirkiye 'qirkirineke etnîkî' dike

  • cîhan
  • 20:40 15 Cotmeh 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derveyê yê Iraqê yê berê Hoşyar Zêbarî, got Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê "qirkirineke etnîkî" dike. 
 
Zêbarî, di Sky News a Erebî de axivî. Zêbarî, di axaftina xwe de bilêv kir ku êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Tirkiyeyê pir talûke ne û got, Tirkiye li herêmê "qirkirineke etnîkî" dike. 
 
Her wiha Zêbarî destnîşan kir ku di êrîşan de sivîl tên kuştin.