FED'ê faîz kêm kir

  • cîhan
  • 21:26 18 Îlon 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Bankeya Navendî ya DYA'yê biryara xwe ya derbarê faîzê de aşkere kir. Bankeyê, rêjeya faîzê kêm kir û kir 1.75-2.00 ji sedî. 
 
Bankeya Navendî ya DYA (FED), biryara xwe ya derbarê faîzê de daxuyand. Komîteya Piyaseya Vekirî ya Federal (FOMC), di civîna xwe ya meha Îlonê de di warê faîzê de 25 puan kêm kir. Bi vî awayî faîza fonî ya FED'ê, faîz kêm kir û kir 1.75-2.00 ji sedî.
 
 
Her wiha endamên FOMC'ê destnîşan kirin ku wê di 2019'an de faîz hew bê kêmkirin, lê belê ji 17 endaman 7 endaman jî gotin divê careke din jî faîz bê kêmkirin.