Esad beriya civîna bilind a Enqereyê efûyê derxist

  • cîhan
  • 20:20 15 Îlon 2019
  • |
img
ŞAM - Beriya civîna bilind a Enqereyê ku dê di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de bê lidarxistin, Esad efûya giştî derxist.
 
 Beriya civîna bilind a Enqereyê ku dê sibê di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de bê lidarxistin, Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad efûya giştî derxist.
 
SÛCÊN BERIYA 14'Ê ÎLONÊ DIGIRE 
 
Efûya ku îro hatiye derxistin, hin û şertan dihewîne û sûcên ku beriya 14'ê Îlona 2019'an pêk hatine digire. 
 
ŞERT ÇÎ NE?
 
Şertên efûyê wiha hatine rêzkirin;
 
- Dê cezayê darvekirinê wergere cezayê giran ê girtîgehê.
- Cezayê heta hetayê dakeve 20 sal ceza.
- Kesên ku li welat neçûna leşkeriyê di nav 3 mehan de xwe radest bikin dê ji efûyê sûd werbigirin.
- Kesên ku li derveyî welat neçûne leşkeriyê di nav 6 mehan de xwe radest bikin dê ji efûyê sûd werbigirin.
 
KESÊN LI DIJÎ WELAT ÇEK BIKARANÎNE LI DERVEYÎ EFÛYÊ NE
 
Sûcên ku li derveyî efûyê hatine hiştin jî wiha hatine rêzkirin;
 
- Çekdarbûna li hemberî dewletê.
- Li hemberî Sûriyeyê hevkariya bi dewletên biyanî re.
- Endambûna komên çekdar.
- Kesên ku jı hişbir û qaçaxiya çekan kirine.