Rûhanî: Bersiva me ya muzakereyên bi Amerîkayê re dê hertim neyînî be

img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî, diyar kir ku bersiva wan a pêşniyarên muzakereyên bi Amerîkayê re yên ji bo rakirina danekirinan û bernameya nukleerê dê her tim  neyînî be. 
 
Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî di rûniştina Meclisa Şûra Îslamî de axivî û diyar kir ku asta danekirinên aborî yên li ser Îranê derketina asta herî jor. Rûhanî destnîşan kir ku beriya 16 mehan ji aliyê dijberên Îranê ve ji bo pêkanîna polîtîkayên danekirinên li hemberî Îranê, bernameyek hatiye çêkirin û wiha got: "Di nav 6 mehan de hewl hat dayîn ku welatê me têk biçe, lê di encama berxwedana gel de ev bername bi ser neket."
 
Di berdewamê de Rûhanî rexene li Yekitiya Ewropayê (YE) kir û da zanîn ku piştî vekişîna Amerîkayê ya ji Peymana Nukleerê, YE'yê peywirên dikevin ser milê xwe pêk neaniye û wiha pê de çû: "Me firsendek dîrokî da welatên 4+1(Îngilistan, Fransa, Almanya, Rûsya û Çîn)'ê. Dikaribûn heta ku firsend dîrokî didomiya peywirên xwe bi cih banîna. Heke vêya bikirina dê me jî hemû berpirsyariyên xwe yên di çarçoveya peymanê de pêk banîna."
 
 
Rûhanî di dawiya axaftina xwe de derbarê stratejiya Îranê ev tişt anî ziman: "Stratejiya Tehranê li ser dîplomasiya aktîf û berxwedana hundirîn ava kiriye. Tu demê niyeteke me ya ku em bi Amerîkayê re hevdîtin dualî bikin çênebûye û dê çênebe jî. Têkildarî vê mijarê me ji aliyê gelek kesan ve pêşniyar girtin, lê bersiva me ya vê yekê her tim neyînî ye."