Li Afganistanê êrîş: 10 kes mirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bajarê Kunduz a Afganistanê erîşek xwekujiyê pêk hat. Di êrîşê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn. 
 
Li Bajarê Kunduz ê Afganistanê kesekî çalakiya xwekujiyê pêk anî. Di êrîşa xwekujiyê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî  birîndar bûn. Berdevkê Wezîrê Karên Hundir Nasrat Rahimi têkildarî mijarê agahî dan û got: "Êrîş li bajarê Kunduzê li dijî polîsên ku li duriyanê kom bûbûn pêk hatiye. Di êrîşê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di êrîşê de midûrê polîsan ê Kunduzê Manzur Estanikzey jî di navde 12 kes jî birîndar bûne. 
 
Wezîrê parastinê Esadullah Halid, anî ziman ku 9 polîsan jiyana xwe ji dest dane.