Global Witness: Her hefte 3 xwezaparêz tên kuştin

  • cîhan
  • 13:17 10 Tebax 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Saziya Civaka Sivîl a Navneteweyî Global Witness, raporek amade kir û destnîşan kir ku di sala 2018'an de her hefteyê 3 parazvanên xwezayê hatin kuştin. Witness, da zanîn ku herî zêde li Filipinlerê parazvanên xwezayê hatin kuştin. 
 
Saziya Civaka Sivîl a Navneteweyî Global Witness, raporek amade kir û destnîşan kir ku di sala 2018'an de her hefteyê 3 parazvanên xwezayê hatin kuştin. Li gorî rapora Global Witnessê, parazvanên xwezayê ji aliyê şîrketên madenê, xeratê û endustriyên çandiniyê ve tên kuştin. Wîtnessê anî ziman ku di sala 2018'an de 164 parazvanên xwezayê hatin kuştin. Wîtness destnîşan kir ku di cîhanê de herî zêde di sektorên madenvanî, bendav, sektorên çandiniyê de tên kuştin û çalakgerên derdorê yên xebatên sektoran şermezar dikin tên kuştin. Witnessê anî ziman ku di 2018'an de 43 çalakgerên li dijî sektora madenvaniyê çalakî li dar xistin hatin kuştin û di cîhanê de herî zêde li Filipinlerê parazvanên xwezayê hatine kuştin.