Amerîka: Em ê operasyona yekalî ya li dijî Bakurê Sûriyeyê asteng bikin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Thomas Esper daxuyaniyeke balkêş da û diyar kir ku dê operasyona yekalî ya Tirkiyeyê ya li dijî Bakurê Sûriyeyê asteng bikin. 

Hevdîtinên "Herêma Ewle" yên di navbera Amerîka û Tirkiyeyê ku duh destpêkirin û îro jî didomin. Di destpêkirina hevdîtinên îro de ji aliyê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Thomas Esper ve daxuyaniyeke balkêş hat dayîn. 
 
Esper ku diçû serdana Japonyayê pirsên rojnamegeran bersivand û têkildarî êrîşên mehtemel ên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev tişt anî ziman: "Em tu operasyoneke Tirkiyeyê ya li dijî bakurê Suriyeyê qebûl nakin. Tişta ku em bikin ev e; Astengkirina operasyoneke yekalî ya li dijî bakurê Sûriyeyê ku dê xisarê bide berjewendiyên hevpar ên Amerîka, Tirkiye û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) e."
 
Wezîrê amerîkî herî dawî têkildarî hevdîtinên di navbera wan û Tirkiyeyê de jî ev tişt got: "Ez bi hêvî me ku dê ji hevdîtinan lihevkirineke derkeve."